KCDK-E: Divê her kes hîn xurttir xwedî li Rêber Apo derbikeve

KCDK-E’yê li dijî komployê daxuyanî da û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Em bang li gelê Kurd û dostên wê dikin ku hîn xurttir xwedî li Rêber Apo derbikevin.”

KOMPLOYA 9'Ê COTMEHÊ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) bi wesîleya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di dema nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî de, li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn em di nava pêvajoyeke pir krîtîk re derbas dibin. Dewleta Tirk a qirker, dagirkerî û komkujiyên xwe didomîne. Li zindana Îmraliyê ya ku hiqûqa neteweyî û navneteweyî lê tune tê hesibandin, Rêber Apo 26 sal in bi rengekî bênavber rû bi rûyê sîstema tecrîda mutlaq hatiye hiştin. 44 meh in bi ti rengî agahî jê nayê wergirtin.”

‘26 SAL IN LI ÎMRALIYÊ ÊŞKENCE HEYE’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku azadî û wekhevî ji bo Kurdan jî bikeve meriyetê û pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe, beriya 26 salan hate Ewropayê û hate destnîşankirin ku welatên Ewropayê hiqûq û nirxên mirovahiyê qurbanî berjewendiyên xwe yên siyasî kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate bilêvkirin: “26 sal in Rêbertiya me li girava Îmraliyê di hucreyeke yekkesî de di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û sîstema êşkenceyê tê domandin.

Ji daxuyaniyên Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Massimo D’Alema jî pir eşkere tê fêmkirin ku mîmarê komploya navneteweyî, DYE ye. D’Alema 7’ê Cotmeha 2024’an li ser çapemeniyê eşkere kir ku Serokê DYE’yê Bill Clinton li wî gerabû û jê re gotibû, ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’. DYE piştgiriyê dide hemû êrîşên ku li dijî Rêber Apo û gelê Kurd tên meşandin.

Dewleta Tirk a faşîst li Îmraliyê sîstemeke êşkenceyê ya taybet afirandiye. Di vê sîstemê de ti heq û hiqûq nîne. Di çarçoveya plana qirkirin û tasfiyekirina Kurd de, Rêber Apo di bin îzolasyon û tecrîda girankirî de tê ragirtin.

Komploya navneteweyî hat veguherandina tecrîda navneteweyî û bi vî rengî tê domandin.

Berpirsyarên tecrîda derqanûnî ya li ser Rêber Apo, kesên komploya navneteweyî pêk anîn, di serî de DYE, Konseya Ewropa û CPT ne. Tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst ji bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî, Konseya Ewropa û CPT cesaret digire. Tifaqa faşîst ev tecrîda li Îmraliyê kiriye modeleke ku li ser hemû girtîgehan û civakê pêk tîne.

‘FIKRÊN RÊBER APO BÛN GERDÛNÎ’

Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, paradîgmaya ku pêş xistî û îdeolojiya wî ya azadîxwaziya jinê belavî hemû cîhanê bûye û bûye gerdûnî. Îro li hemû cîhanê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jin û gel derbasî lêgerîna heq bûne. Rêber Apo têkoşîna azadiya Kurdistanê di asta navneteweyî de da nasandin.

Di sala 2023’yan de pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li çapa navneteweyî hate destpêkirin û îro li dehan welatan tê domandin. Bi hezaran dost, sendîka, sazî û rêxistin seferber bûne. Di çarçoveya pêngava ku 10’ê Cotmeha 2023’yan li seranserî cîhanî hatî destpêkirin de, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gerdûnî bûye.

‘AZADIYA RÊBER APO JI BO GELÊ KURD GIRÎNGIYA JIYANÎ YE’

Di ronahiya vê rastiya dîrokî de ji bo ku gelê Kurd hebûna xwe bidomîne û azad bibe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di girîngiyeke jiyanî de ye.

Bi milyonan Kurd Rêber Apo weke rêberê xwe qebûl dikin. Çawa ku Mandela ji bo pirsgirêka Efrîqaya Başûr bûye anaxtara çareseriyeke bi rûmet û diyalogê, Abdullah Ocalan jî li Tirkiyeyê anaxtara çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Rêber Apo nûnerê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e.

Di sala 26’emîn a Komploya Navneteweyî de, em bang li gelê xwe, dostên xwe û mirovahiyê dikin ku hîn xurttir xwedî li Rêber Apo derbikevin û pêngava navneteweyî ya ku 10’ê Cotmehê wê bikeve sala xwe ya 2’yan de, belavî hemû cîhanê bikin.”