HPG: Li Girê Bahar 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê di çalakiyên dijî dagirkeran de 2 leşkerên Tirk hatin cezakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

6'ê Cotmehê saet di 10:23'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

7'ê Cotmehê saet di 10:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

7'ê Cotmehê saet di 12:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

7'ê Cotmehê saet di 19:03 de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li wesayiteke ji malzemeyên lojîstîkî yên dagirkeran hate xistin.

7'ê Cotmehê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê;

6'ê Cotmehê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Piştî çalakiyê liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

6 û 7'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

6 û 7'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Rostê, Xinêreya Jor, Lolan, Sinînê, Şehîd Şerîf 8 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Zêvkê, Rêbînê, Yekmalê, Zengil, Girê Reşît, Deşta Kafya, Girê, Sîser, Sêdarê 19 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê 3 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6 û 7'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 13 caran, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Girê Şekîf û Lolanê 8 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Golka, Dergelê 7 caran, bi giştî 28 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."