ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakiyên ku bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê bêne lidarxistin wê werin şopandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Rêber Apo armancên komplogeran têk bir û li Îmraliyê paradîgmayeke nû afirand. Çareseriya şerê heyî paradîgmaya Rêber Apo ye."

PKK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek weşand, hêzên komploger şermezar kir û ji bo tevlîbûna li pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bang kir.

Rejîma li Îmraliyê ku bi Polîtîkayên Îmraliyê yên Mîllî tê birêvebirin, li derveyî mewzûata navneteweyî û neteweyî ya heyî veguheriye çalareşeke qanûnî ku malbat û parêzer jî nikarin xwe bigihînin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

Tesadufî nîne ku rêxistinên mîna Huda-Parê yên zayendîperest, olperest, nijadperest û komkujer li Meclîsê êrîşê dibin ser destketiyên jinan. Beşa dawî ya rêzenivîsa li ser Hîzbulkontra.