Berlîn: Di nava çend rojan de dibe ku ambargo li ser petrola Rûs bê danîn

Wezîrê Aboriyê yê Elmanyayê Robert Habeck got, Yekîtiya Ewropa dibe ku di nava çend rojan de ambargoyê deyne ser petrola Rûsyayê.

Welatên Ewropayê ragihandibûn ku ji meha Tebaxê û pê ve wê dest ji kirîna komira Rûs berdin.

Vê carê jî ambargoya li ser petrola Rûs di rojevê de ye. Wezîrê Aboriyê yê Elman Robert Habeck got, ambargoyeke gengaz a Ewropayê dibe ku di nava 'çend rojan' de pêk were.

Habeck ji qenala televîzyonê ya cemaweriyê ZDF re axivî û got, "Di serî de Macaristan tenê çend dewlet man ku pirsgirêkê radigihînin."

Habeck anî ziman ku nîqaş dewam dikin û got, "Bi dîtina min di nava çend rojan de em ê gavekê biavêjin."

Nîqaş tê kirin ku ambargoya li ser petrola Rûs heta dawiya salê bi cih bê anîn.

Robert Habeck anî ziman ku ambargoya li ser petrolê kêm maye bê ragihandin û Ewropa jî divê bi yekdengî biryarê li ser pêkanînan bide.

Tê payin ku Yekîtiya Ewropa destpêkê di nava şeş mehên bê de kirîna petrola Rûs a brut bisekinîne, heta sala 2022'an jî kirîna berhemên parizîne, bisekinîne.

Lê belê Macaristan, bi hinceta ku di mijara tedarikê de ewlehî kêm e, paketa pêkanînan a şeşemîn a lu Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen pêşniyar dike, niha red dike.

Serokwezîrê Macaristanê Vîctor Orban tevî ku bi nêzbûna xwe ya li Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn tê naskirin, heta niha neçar ma ku pêkanînên Ewropayê hemûyan qebûl bike.