Bandora krîza xurekê giran dibe

Li gorî daneyên Bernameya Xurekê ya Cîhanê, krîza xurekê ya ku bi şerê Rûsyayê yê li dijî Ûkraynayê destpê kir, bandorê li cîhanê dike.

Di rapora bernameyê de hate ragihandin ku bidestneketina xwarina têrker, birçîbûn û xela ya girseyî pirsgirêkeke cidî ye ku bandora wê bi salan dikare dewam dike. Di halê hazir de li cîhanê 49 milyon mirov birçî ne. 811 milyon mirov jî nikarin xwe têr bikin, yanî bi birçî radizên.

Rûsya û Ûkrayna mezintirîn hilberînerên zadê yên cîhanê ne. Lê belê ji ber şer, firotina xurekê ji van welatan qut bû. Vê yekê jî buhayê xurek û enerjiyê zêde kir û hindik maye li welatên mîna Misir û Brezîlyayê yên ku ji aliyê xurekê ve bi derve ve girêdayî ne bibe sedema pirsgirêkên giran. Tê texmînkirin ku li Arjantîn, Tûnis, Pakistan û Fîlîpînê heta dawiya sala 2022'an pirsgirêkên aborî rê ber nearamiya siyasî vekin.

Weke ku li Srî Lankayê tê dîtin, krîza xurekê û tengaviya aborî ya girêdayî vê yekê, ewqasî xurt e ku li gelek welatên li ser xeta pêşketinê ne, dikare rewşa siyasî biguherîne.

Her wiha tê texmînkirin ku krîza aborî li Rojhilata Navîn jî bi qasî Bihara Ereban rê li ber bûyeran veke.

Yek ji welatên ku di vê pêvajoyê de divê ji nêz ve bê şopandin îran e. Li vî welatê ku ji ber buhayê zêde çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin, ji xwe di bin bandora ambargoya DYE'yê de ye.