Awûstûyayê tevlîbûna wezîrekî Tirk a li çalakiyekê qedexe kir

Awûstûryayê qedexe kir, ku Wezîrê Aboriyê yê Tirk Zeybekcî tevlî çalakiyeke li Awûstûryayê bibe.

Hikumetên Ewropayê, tedbîrên xwe yên li dijî AKP'ê ku dixwaze li welatê wan propagandayê bike, didomînin.

Wezîrê Aboriyê yê Tirk Nîhat Zeybekcî wê tevlî çalakiyeke li Awûstûryayê bibûya. Hat îdîakirin ku ev çalakî wê bi wesîleya salvegear 15'ê Tîrmehê bê lidarxistin. Tevlîbûna wezîrê Tirk li vê çalakiyê hate qedexekirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Awûstûryayê der barê mijarê de daxuyanî da û got, "Dikarim piştrast bikim ku Wezîrê Karên Derve yê Awûstûryayê Sebastîan Kûrz destûr nedaye ku wezîrê aboriyê yê Tirk bê welêt."