Ava li Îngilîstanê kêm dibe

Hate ragihandin ku ji ber germê û ziwabûna hin cihan wê li Îngilîstanê pirsgirêkeke giran a avê rû bide. Li bakurê welêt, li ser bikaranîna avê hin qedexe hatin ferzkirin.

Di daxuyaniya şîrketa belavkirina avê de ya bi navê Ûnîted Ûtîlîtîesê, li ser bi milyonan kesên li bakurê Îngilîstanê, der barê bikaranîna avê de hin qedexe hatin ferzkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber pirsgirêka avê, pêwîstiyên 'xwarin, vexwarin û şuştinê' pêwîstiyên sereke ne, lewma ji bilî van pêwîstiyan li ser bikaranîn avê hin qedexe hatine ferzkirin. Li gorî vê yekê, ji 5'ê Tebaxê û pê ve qedexe ye ku hewş û bexçe bi xortûmê ya jî bi sîstemên otomatîk werin avdan. Her wiha hate qedexekirin ku birk bên tijekirin.

Li gorî daxuyaniyê, bikaranîna avê ya 'ne mecbûrî' hatiye qedexekirin û kesên ku li gorî qedexeyê tevnegerin wê bi hezar paûndî werin cezakirin.

DI NAVA 30 SALÎ DE DIBE KU LI GELEK HERÊMAN PIRSGIRÊKA AVÊ RÛ BIDE

Ajansa Hawirdorê (Envîronment Agency) ku ji aliyê Wezareta Hawirdorê ya Brîtanya Mezin ve tê fînansekirin, meha Gulanê ragihandibû ku di nava dehan salên bê de wê pirsgirêkeke mezin a avê derkeve holê.

Ajansê diyar kir ku li Îngilîstanê ji ber îsrafa zêde her roj bi milyaran lître av belasebep tê rijandin. Ev rêje 3 milyar lître ye.

Li gorî ajansê, wê bi taybetî li herêmên başûrê rojhilat ê Îngilîstanê pirsgirêka avê giran bibe.