Astengdarên li ber tsûnamiyê ket bi 27 saetan avjenî kir û sax ma

Astengdar Lîsala Folaû di dema tsûnamiya Tongayê de ber bi deryayê ve hate kişandin û bi rengekî mûcîzewî sax ma.

Astengdarê Tongayî, piştî ku tsûnamiyê li girava lê bû xist, ber bi deryayê ve hate kişandin. Ji bo xwe rizgar bike nêzî 13 kîlometreyan li okyanûsê bi 27 saetan avjenî kir.

Lîsala Folaû yê 57 salî û teqawîzbûyî, êvara Şemiyê saet derdora 18:00 tevî kur û biraziyê xwe li mala xwe ya li Girava Atatayê bû. Dema ku pêleke deryayê ya ji 20 fîtî li mala wî xist, li ber avê ket.

Sibeha Yekşemê li girava Toketokeyê xwe bi darekê ve girt.

27 saetan bi tena serê xwe li nava giravan avjenî kir û sax ma.

Hate ragihandin ku kur û biraziyê Lîsala hîn jî winda ne.