Artêşa Îngilîz li nêzî parlamentê bi cih dibe!

Piştî êrîşa li Manchesterê hate ragihandin ku artêşa Îngilîz li nêzî parlamenta li Londonê bi cih dibe.

Serokwezîr Theresa May duh diyar kiribû ku li cihê stratejîk wê dewriyeya polîsan bi tevlêbûna leşkeran were jidandin.

Li gorî BBC’yê di nav çarçoweya jidandina tevdîrên ewlehiyê de wê 3 hezar û 800 leşker werin bicihkirin.

AFP'Ê bal kişand ser artêş ku li nêzî parlamentê tê bicihkirin.

Hikûmeta Îngilîz dibêje, êrîşa Duşemê ya ku di encamê de 22 kes miribûn û 59 kes birîndar bûbûn, ne xwekuj tenê heye.

Hikûmetê diyar kir êrîşkarê  bi navê Salman Abedî yê ku bi eslê xwe ji Libyayê ye  ji hêla serwîsên îstîxbaratî ve tê naskirin.

Serokwezîr May got, "Em nikarin paşguh bikin ku komeke berfireh li pişt êrîşa Manchesterê ye."

Her wiha li gorî daxuyaniya ku ji hêla polîsan ve hatiya dayin, têkildarî êrîşê 3 kes li  başûrê Manchesterê hatine binçavkirin.