Amed ê polîsên Elman bûyî sebeba mirina wî hat veşartin!

Polîsê Elman, ji ber xemsariya xwe ciwanê Kurd ê bi navê Amed Ahmed  bi şaşitî hatibû girtin û di hucreya tê de dihat girtin, di encama şewatê de jiyana xwe jidest dabû, li bajarê Bonnê hat veşartin.

Ciwanê ji Efrînê yê bi navê Amed Ahmed li bajarê Bonn ê Elmanyayê ji ber xemsariya polîsên Elman bi şaşitî hatibû girtin û li girtîgeha Kleve di hucreya tê de dihat ragirtin, di encama şewata derketî de bi giranî birîndar bibû û 5’ê Cotmehê li nexweşxaneya Bochumê jiyana xwe jidest dabû.

Piştî otopsiya Ahmed hate kirin termê wî roja şemiyê, li bajarê Bonnê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.