Xemsariya polîsên Elman bû sedema mirina ciwanêkî Kurd

Polîsê Elman li şûna penaberê ji Maliyê, ciwanê Kurd ê bi navê Amed Ahmed girtibûn û di şewata li zindanê derketî de Ahmed jiyana xwe jidest dabû.

Meha Tîrmehê polîsê Ren Westfalya Bakur (NRW) ciwanê Kurd ê Efrînî Amed Ahmed li ser daxwaza polîsê Hambûrgê destgîr kiribû. Ligel ku derbirînên Ahmed sûcdariyên polîsan vala derdixistin jî polîs û dadgehê ew guhdar nekiribû û biryara girtinê dabûn. Ahmed, 17’ê Îlonê li girtîgeha bajarê Kleve yê nêzî Dusseldorfê di hucreya wî de şewat derketibû û bi giranî birîndar bibû. destpêkê polîs îdîa kiribû ku Ahmed xwestiye xwe bikuje lê belê hê jî sedema şewatê tê lêkolînkirin.

Amed Ahmed li nexweşxaneya Bochumê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê ciwanê Kurd Amed Ahmed ku niha li morga nexweşxaneya Bochumê tê ragirtin piştî otopsiyê wê radestî malbata wî bikin.