KCDK-E: Amed Ahmed bû qurbaniyê polîtîkayên li dijî Kurdan

KCDK-E diyar kir ku Amed Ahmed ê ku li Elmanyayê ‘bi şaşî’ hatibû girtin di şewatê de ji ber dijberiya li hemberî Kurdan jiyana xwe ji dest da.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo Amed Ahmed daxuyanî da. Hate diyarkirin ku Amed Ahmed ji dêvila penaberekî ji Maliyê hatiye destgîrkirin û di girtîgehê de ji ber şewatê miriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Amed Ahmed ji ber sedemeke ku nayê zanîn agir bi hucreya wî ketiye û di şewatê de miriye. Vî ciwanê Efrînî yê ku digot ez ne ew kes im hûn lê digerin, belasebeb hatibû girtin.

Ev her du kesên ku tu carî naşibin hev, ji ber pêşdaraziya polîsan rê li ber skandalekê hatiye vekirin. Amed Ahmed ê ji Efrînê 3 salan di girtîgeha Sûriyeyê de maye û êşkence lê hatiye kirin. Ahmed ji ber êrîşên DAÎŞ û Erdogan berê xwe daye Elmanyayê û li vê derê jî bûye qurbaniyê skandalekê. Ji ber polîtîkaya li dijberî Kurdan û biyaniyan, Amed di girtîgehê de di şewatê de miriye. Piştî israrên gelek siyasetmedar û saziyan, Wezîrê Edaletê lêborîna xwe ji malbatê xwestiye.

Ji ber dagirkeriya rejîma Erdogan em nikarin cenazeyê Amed Ahmed bibin Efrînê. Em bang li saziyê navneteweyî dikin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê divê Efrîn bibe herêma ku ji firandina balefiran re hatiye qedexekirin.”

Hate diyarkirin ku ew ê cenazeyê Ahmed di 13’ê Cotmehê de saet di 12.00’an de li Bonnê were veşartin.