Agirê Newrozê li Meksîkayê hate dadan

Li paytexta Meksîka Meksîkoyê, bi banga Kurdan bi dehan kes li hev civiyan û agirê Newrozê dadan.

Agirê Newrozê par li eyaleta Chiapasê li cihê ku tevgera Zapatîstayê lê ava bû, hatibû dadan.

Îsal li paytext Meksîkoyê bi banga Kurdan, mirovên ji herêmên cuda yên Meksîka û Latîn Emerîkayê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan.

Pîrozbahî li Los Dinamos Ekolojîk Park a li başûrrojhilatê bajêr pêk hat.

Mirovên ku sibeha Duşemê li hev civiyan, piştî meşa li qiraxa çem, gihîştin qada Newrozê.

Kurdan û Latîn Emerikiyan qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin û qad veguherandin cihê têkoşîna enternasyonal.

Her kesî her wiha ji bo gurkirina agirê Newrozê êzing bi xwe re anîn û ji bo parvekirinê jî xwarin amade kirin.

Dostên tevgera azadiyê ya Kurd li dora sifreyekê li hev kom bûn û yekemcar Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.

Di çalakiyê de işaret bi rewşa dawî ya li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û girîngiya berxwedana hevpar û piştevaniya navbera gelan hate destnîşankirin.

Çalakgeran bi soza ku têkoşîna azadiyê di sala 2022'an de li Kurdistan, Meksîka, Kolombiya, Walmapû (Şîlî) mezin bikin, agirê Newrozê dadan û li dora êgir govend gerandin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Meksîkayê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan heta derengiya şevê dewam kir.