Agirbesta li Yemenê 2 mehên din hat dirêjkirin

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Hans Grundberg ragihand ku agirbesta di navbera hêzên hikûmetê ya Yemenê û Hûsiyan de ku ji 2'ê Nîsanê ve di meriyetê de ye, 2 mehên din hatiye dirêjkirin.

Grundberg di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Dirêjkirina agirbestê wê îro 2’yê Hezîrana 2022’an saet di 19.00’an da bi dema Yemenê ku agirbesta heyî diqede, dê bikeve meriyetê."

Yemen yek ji welatê herî feqîr ê Nîvgirava Erebe ku ev heft sal in di şer de ye. Li aliyekî vî şerî hikûmeta Yemenê ye ku ji aliyê Koalîsyona Ereban ya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ve tê destekkirin û li aliyê din jî Hûsiyên bi piştgiriya Îranê hene.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, bi saya agirbesta ji 2’ê Nîsanê ve li Yemenê welatî, ku yek ji girantirîn trajediyên mirovî yên cîhanê tê jiyîn, aramiyeke nisbî serdest bûye.

Di agirbestê de ji bo sivikkirina gazindên gel jî rêzetedbîr hatine pêşbînîkirin. Di nav wan de vekirina balafirgeha paytext Sana ji firînên bazirganî re, hêsankirina peydakirina sotemeniyê û rakirina dorpêça ku li ser hin bajaran hatiye ferzkirin.

Serhildayên Hûsî di sala 2014’an de êrîşî paytext Sana kiribûn. Tevî ku Erebistana Siûdî bi avakirina Koalîsyona Erebî di sala 2015'an de tevlî şer bû jî, Hûsiyan serweriyeke berfireh a erdnîgarî, bi taybetî li bakurê rojava, bi dest xist.

Di şer de bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, bi mîlyonan jî koçber bûn. Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, heta dawiya sala 2021’an di şerê heft salan de 377 hezar kes ji ber bandorên rasterast û nerasterast ên şer mirine.