Agirbesta Îsraîl û Hamasê kete meriyetê

Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de li Şerîda Xezeyê kete meriyetê.

Qeter ku navbeynkarek sereke ye ligel Misir û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye, roja Çarşemê li ser agirbestek çar rojî ya ku dikare were nûkirin li hev kir.

Peymana agirbestê di roja 49’an a şer de ket meriyetê. Hamasê, destnîşan kir ku wê ji bo 4 rojan "bi temamî çalakiyên leşkerî bên rawestandin " û di berdêla 150 girtiyên Filistînî de 50 dîl bên berdan.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, bombebaranên van hefteyên dawîn xaka Filistînê wêran kiriye û bûye sedema krîzeke mirovî ya giran. Ji 2,4 milyon nifûsa Xazeyê bi qasî 1,7 milyon kes ji cih û warên xwe bûn û alîkarî ji bo vê herêmê destpê kir. Agirbestê hişt ku zêdetir karwanên alîkariyê yên mirovî bikevin herêmê.

Kamyonên alîkariya mirovî danê sibê ji Misrê derbasî Xezeyê bûn. Kamyon piştî ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de destpê kir bi qasî saet û nîvekê ketin hundir.