Aboriya Tirkiyeyê têk diçe: Enflasyon di ser ji sedî 160'î re ye
ENAF'ê ragihand ku di meha Gulanê de enflasyona salane ji sedî 160 derbas kiriye.
ENAF'ê ragihand ku di meha Gulanê de enflasyona salane ji sedî 160 derbas kiriye.
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) rêjeya enflasyonê eşkere kir. Li gorî vê yekê daneyên enflasyona salane di ser ji sedî 160'î re ye.
Endeksa Buhayê Mezêxer a ENAGrup (E-TUFE) meha Gulanê ji sedî 5.46 zêde bû.
Di nava 12 mehan de jî E-TUFE bû ji sedî 160.76.
Endeksa Buhayê Mezêxer di meha Nîsanê de E-TUFE ji bo 12 mehan ji sedî 156.86 tespît kiribû. Enflasyona mehane jî ji sedî 8.68 eşkere kiribû.