Şewba dawî wê bi dehan milyon kesî birçî bihêle

Li gorî lêkolîna saziya bi navê FEWS NET'ê ya li 46 welatan, li gorî sala derbasbûyî li van welatan wê zêdeyî 30 milyon kesên din birçî bimînin.

Lêkolîna bi navê Tevna Sîstemên Hişyarkirina Pêşî ya Birçîbûnê (FEWS NET), pirsgirêkên aboriyê yên ji ber şewba Covîd-19 li 46 welatan rû dan û metirsiya birçîbûnê ya ji ber vê yekê hate nirxandin. Li gorî vê yekê di sala 2020'an de wê li van welatan 1130 milyon kes hewcedarê alîkariya xurekê bin.

Ev hejmar li gorî texmînên FEWS NET ên beriya şewba Covîd-19 bi 25 qatî zêdetir e.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku tedbîrên ji bo pêşîgirtina li belavbûna şewbê yan jî xweparastina ji şewbê bûn sedem ku gelek mirov li dinyayê bêkar bimînin û hate destnîşankirin, li gelek welatan budçeya ku normal ji bo xurekê dihate veqetandin ji neçarî ji bo tenduristiyê hatine veqetandin. Her wiha ji ber girtina sînoran û bi sînorkirina bazirganiyê, karê bazirganiyê jî lawaz bûye, lawaziya aboriya global jî bûye sedema kêmbûna hatineyê.

Di lêkolînê de hate diyarkirin ku ji ber şewbê bernameyên alîkariyê yên ji bo welatên rojava û rojhilatê Efrîkayê nekariye bi cih bên anîn û hate ragihandin ku birçîbûn wê bandoreke giran li van herêman bikin.