Şerê li Yemenê: Di roja duyemîn de 30 kes mirin

Li Yemenê, ji ber operasyona leşkerî ya Koalîsyona Ereb a li dijî milîsên Hûsî, heta niha bi dehan kes mirine.

Hêzên Serokkomarê Yemenê Mansûr Hadî û Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebîstana Siûdî, ji bo kontrolkirina bajarê El Hudeyde yê li başûrê rojava operasyona xwe dewam dikin.

Tê gotin ku hêzên Hûsî bi tundî li dijî operasyonê li ber xwe didin. Ji ber operasyona hewayî û bejahî fikar hene ku zerar li sivîlan bibe.

Hate ragihandin, di roja duyemîn a operasyonê de ji her du aliyan herî kêm 30 kes mirine. Hatibû gotin ku roja Çarşemê jî di êrîşa hewayî de herî kêm 22 milîsên Hûsî hatine kuştin.

Li Yemenê ji sala 2015'an û vir ve şerê navxweyî diqewime û herî kêm 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li Yemenê ku nifûsa xwe zêdeyî 26 milyonî ye, nêzî 8,5 milyon kes di nava lepên girçîbûnê de ne.