Şerê Îsraîl û Hamasê: Pisporên NY’yê têkildarî sûcên şer lêpirsînê dixwazin

Pisporên mafên mirovan ên NY’yê banga lêpirsîneke serbixwe der barê "sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê" de kirin.

Morris Tidball-Binz, Raportorê Taybet ê Înfazên Bêdaraz û Alice Jill Edwards, Raportora Taybet a êşkenceyê, ku ji Konseya Mafên Mirovan a NY’yê re hatine tayînkirin, roja Duşemê di daxuyaniya çapemeniyê de bang kirin ku lêpirsîneke serbixwe li ser "sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê" yên ku ji aliyê her du aliyan ve hatine kirin, were kirin.

Pisporan diyar kir ku divê ev lêpirsîn "bi lez, zelal û serbixwe" bin û bang kirin ku ji vekolerên serbixwe re çavkaniyên pêwîst, piştgirî û gihîştina sûcên tên îdîakirin, ên ku ji hêla her du aliyên şer ve hatine kirin werin dabînkirin.

Pisporan her wiha diyar kirin ku erka lêpirsîna sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê erkeke bingehîn a zagonî ye.

Şerîda Xezzeyê piştî êrîşa ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kir û li gorî rayedarên Îsraîlî 200 kes hatin kuştin û  piraniya wan sivîl bûn, ev 7 hefte ye ji ber bombebarana Îsraîlê hatiye dorpêçkirin. Di bombebarana Îsraîlê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Raportorên NY’yê bang li civaka navneteweyî dike ku berpirsên binpêkirinên herî giran ên mafên mirovan, bi taybet yên di pozîsyonên serkariyê de ne, bi lez werin darizandin.

Raportoran her wiha  dîyar kirin ku wext zêde li ser sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê derbas nebûye û  ev yek di bin berpirsîyarîya erka daraza gerdûnî de ye.