Şefê Talîban ê Pakîstanê hate kuştin!

Artêşa Amerîkayê li eyaleta Kunarê ya Efganîstanê êrîş bire ser şefê Talîban ê Pakîstanê. Gelek jêderk dibêjin şefe Talîban hatiye kuştin.

Serhengê Amerîkî O’Donnell bi daxuyaniyeke nivîskî got, ‘’Hêzên Amerîkayê 13’ê Hezîranê li eyaleta Kunarê ya li nêzî sînorê di navbeyna Efganîstanê û Pakîstanê de bi çarçoweya antî-terorê êrîşek bir.’’ Rayedarê Amerîkî got armanca êrîşê berpirsê payebilind ê Talîban ê Pakîstanê bûye.

Rayedarî leşkerî got eew ê pabendî wê agirbestê bin ku hikûmeta Efgan bi Talîbanan re daniye.

Medyaya Amerîkî got armanca vê êrîşê yek ji fermandarê girîng ê Talîban ê Pakîstanê Molana Fezlûllah bûye.

Berdevkê Berevaniyê ya Efgan Muhammed Radmaneş got di nav miriyan de Fezlûllah jî heye û ev operasyon bi hevkariya hêzên Efgan û Amerîkî pêk hatiye.

Hikûmeta Pakîstanê hê daxuyaniyeke fermî nedaye lê jêderkeke ewlehiyê ji ajansa nûçeyan a Fransiz AFP’ê re axivî û diyar kir Fezlûllah jî hatiye kuştin.

Wezareta Bervaniyê ya Amerîkayê Adarê ragihandibû, kesê ku bibe alîkar cihê Fezlûllah şanî wan bidin wê 5 milyon dolar bidin wan. Fezlûllah bi gelek êrîşên Pakîstanê re û bi êrîşa bombeyi ya 2010’an li New Yorkê Tîms Square re têkildar xuya dike.

Li gorî Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê rêxistina bi navê Tehrîka Talîban Pakîstan tê nasîn, bi çarçoweyeke berfireh bi El Qaîde re têkildar e.

Tevgera Talîban a Pakîstanê komkujiyeke li ser dibistana bajarê Peşawerê ya Pakîstanê ya 2014’an anîbû ser xwe. Bi vê êrîşê ji 150’î zêdetir kes hatibûn kuştin. Vê tevgerê her wiha 2012’an êrîş biribû ser Malal Yusafzayî ku di têkoşîna perwerdehiyê de, ya ji bo keçikên zarok bûbû yek ji navê sembol.