Şandeyek ji Tevgera Sadir çûye îngilistanê

Şandeyek ji Tevgera Sadir serdana Îngilistan kiriye.

Şandeyek ji Tevgera Sadir ku xwedî girseyeke mezin a cemawerî li Iraqê ye, serdana Îngilistanê kiriye.

Li gorî nûçeya Rojnews ku agahiyên xwe dispêre berpirsekî bilind ê Iraqê, berî du rojan şandeyek ji Tevgera Sadir serdana Îngilistanê kiriye.

Li gorî agahiyên hatin girtin, şande li ser hikûmeta nû Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, bilindbûn û nizimbûna dolar bi Sefîrê Iraqê yê Îngilistanê Mihemed Cehfer Sadir re civiya ye. Her wiha ji bo rewşa pêşeroja Iraqê nîqaş hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye ku lîderê Tevgera Sadir Mûqteda El Sadir ragihandinbû ku kes tevlî hikûmeta Sûdanî nebin.