Îsraîlê zagona ‘Netewe-dewleta Cihû’ pejirand

Parlamentoya Îsraîlê (Knesset), pêşnûmeya ‘Netewe Dewleta Cihûyan’ pejirand. Serokwezîr Netenyahû biryar weke ‘Gaveke dîrokî’ nirxand.

Parlamentoya Îsraîlê, li hemberî 55 dengên ‘na’, bi 62 dengên ‘erê’ pêşnûmeya ‘Netewe Dewleta Cihûyan’ pejirand. Bi vî awayî di makezagonê de guhertineke bingehîn hat kirin û pêşnûmeyeke ku Îsraîl, weke netewe dewleta Cihûyan pênase dike, pejirand.

Gelek wekîlên Ereb û akademîsyenan bertek nîşanî vê biryara Knessetê dan.

Lê belê serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Yetenyahû ji bo vê biryarê derbirînên mîna; “Ev gaveke dîrokî ye, her bijî dewleta Îsraîlê. Pirjimariyeke zêde biryar da ku dewlet, bi xisleta xwe ya Cihû bigihije gelek nifşên pêşerojê. Piştî 122 salan Herzl, vîzyona xwe bi xwe pêk anî, bi vê zagonê me rêgeza xwe ya hebûnî kire zagonî. Îsraîl dewleta gelê Cihû ye û li hemberî mafê hemû welatiyan rêzdar e.”

ZAGONA HATÎ PEJIRANDIN

Bi vê zagonê re, nîşaneya stêrka ala Îsraîlê ya heft serî ku weke menûra (şamdana heft serî) ye, derbirîna ‘paytext Qudus e’ fermî dibe.

Di zagonê de ji bilî vê, tê gotin ku zimanê fermî yê dewletê Îbarnîkî ye û zimanê din Erebî ku niha fermî ye, tenê xwedî ‘statuyeke taybet’ e.