Îsraîlê peykeke nû ya sîxurê şand ezmên

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, wan peykeke sîxuriyê ji baregeheke li navenda welêt şandine fezayê. Li gorî medya Îsraîlê, armanc ji şandina vê peykê ew e ku karibin liv û tevgera Îranê bişopînin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê, peyka sîxuriyê 6'ê Tîrmehê li gorî dema herêmî saet di 04:00 de ber bi fezayê ve hatiye şandin.

Hate ragihandin, ku peyka bi navê "Ofek 16" xwedî "elektro-optîka pêşketî" ye û destpêkê ji bo asta performansa wê bê diyarkirin, wê hin test bên kirin.

 Wezîrê Parastinê Benny Gantz got, "Şandina peyka Ofek 16 bi rengekî serketı, ji bo endustriya Parastinê bi taybetî jî bo Israel Aerospace Industries serketineke nû ya awarte ye."

Gantz got, "Serweriya teknolojîk û îstîxbarat ji bo ewlehiya Dewleta Îsraîlê mecbûrî ye. Em ê li her cihî û li her eniyê kapasîteya Îsraîlê xurtir bikin."

Li ser wezîfeya peykê agahiyên berfireh nehatin dayin. Lê belê li gorî medya cemaweriyê ya Îsraîlê, peyk wê karên nukleerî yên Îranê bişopîne.