Îsraîlê xwe parast: Armanca me ne tunekirina gelê Fîlîstînê ye

Îsraîlê li dijî sûcdariyên qirkirinê yên Efrîkaya Başûr, xwe parast. Îsraîlê roja Îniyê li dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku armanca wan ne ew e ku gelê Fîlîstînê tune bikin.

Meha borî Efrîkaya Başûr serlêdaneke lezgîn li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (UAD) ku navenda wê li Laheyê ye, kir û îdîa kir ku Îsraîlê piştî Qirkirina Yahûdîyan, Peymana Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye. Ev peyman sala 1948’an hatiye îmzekirin.

Pretorîa ji dadgeran dixwaze ku êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê “demildest” rawestînin.

Îsraîlê piştî êrîşa Hamasê ku 1200 kes di vê êrîşê de mirin, soz da ku Hamasê tune bike. Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 23 hezar û 469 kes mirin ku piranî ji wan jin, ciwan û zarok bûn.

Piştî ku parêzerên Efrîkaya Başûr li Laheyê di 11’ê Çileyê de semîner dan, Îsraîlê jî parastina xwe kir.

Li gorî ji parêzerên Îsraîlê Tal Becker, Efrîkaya Başûr têkildarî şerê li Xezeyê “mixabin wêneyekî hiqûqî û çêkirî ya nerast pêşkêşî Dadgehê kiriye”.

Becker diyar kir ku di êrîşa Hamasê de hovîtiyek qewimî û têkildarî vê yekê bi dîmenan wêneyek pêşkêşî dadgeran kir.

Becker îdîa kir ku endamên Hamasê “li pêş çavê dayik û bavan êşkence li zarokên wan, li pêş çavê zarokan êşkence li dayik û bavên wan kirine” û diyar kir ku ji ber destdirêjî û birîndarkirinê sûcdar in.

Parêzer anî ziman ku bersiva Îsraîlê çalakiyeke parastina rewa ye û sivîl hedef negirtine.

Becker got: “Îsraîl li dijî Hamasê şerekî parastinê dimeşîne, ne li dijî gelê Fîlîstînê.”

Parêzerê Îsraîlê ragihand ku di bin van şert û mercan de “ji sûcdariya qirkirinê ya li Îsraîlê hatî kirin, sûcdariyeke din a şaştir an jî bi armanceke xirab nîne”.

Îsraîlê û mutefîkê wê Washîngton doza li ber UAD’ê bê bingeh dîtin û red kirin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahû roja Pêncşemê daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da ku Îsraîl bi qirkirinê tê sûcdarkirin.

Netenyahû got: “Rêxistineke terorê li dijî gelê Yahûdî ji Holokostê û vir ve sûcê herî mezin kir û niha hin kes li ser navê Holokostê wê diparêzin. Hûn çawa diwêrin tiştekî bi vî rengî îdîa bikin!”

DIBE KU DADGEH DI NAVA ÇEND HEFTEYAN DE BIRYARA XWE BIDE

Ji ber ku ev prosedureke lezgîn e, dibe ku UAD di nava çend hefteyan de biryara xwe bide. Lê wezîfeya wê ya pêkanîna vê biryarê, nîne. Mesele, ferman dabû ku Rûsya dagirkeriya xwe ya li ser Ûkraynayê bisekinîne.

Lê dadgeh derbarê esasê dozê, yanî Îsraîlê bi rastî jî sûcê qirkirinê kiriye yan na, wê biryar nede. Tenê wê têkildarî ku mafên bingehîn ên gelê Xezeyê niha di bin gefê de ye yan na, biryar bide.

EFRÎKAYA BAŞÛR: QIRKIRIN JI DESTPÊKÊ VE NAYÊ ÎLANKIRIN

Mafê Efrîkaya Başûr heye ku Îsraîlê bibe UAD’ê. Ji ber ku her du welatan jî Peymana Qirkirinê îmze kirine.

Wezîrê Edaletê yê Efrîkaya Başûr Ronald Lamola roja Pêncşemê ji dadgeran re gotibû ku Îsraîlê peyman binpê kiriye, hovîtiya êrîşa Hamasê jî vê yekê rewa nîşan nade.

Ji Efrîkaya Başûr parêzer Adîla Hassîm wiha gotibû: “Qirkirin ti carî ji destpêkê ve nayê îlankirin.”

Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) a li ser desthilatdariya Efrîkaya Başûr, demek dirêj e piştgiriyê dide doza Fîlîstînê.

Serokê berê yê Dewleta Efrîkaya Başûr û dijberê apartheîd lîder Nelson Mandela carekê gotibû ku bêyî Fîlîstîniyan azadiya Efrîkaya Başûr wê “kêm” bimîne.