Îsraîlê bi tundî bertek nîşanî gotinên Lavrov ya li ser ‘Hîtlerê‘ da
Îsraîl bi tundî bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû; “Xwîna cihûyan bi Hîtler jî hebû” da.
Îsraîl bi tundî bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû; “Xwîna cihûyan bi Hîtler jî hebû” da.
Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd bi daxuyaniyek kurt bertek nîşanî gotinên Lavrov da û wiha got: “Gotinên Wezîr Lavrov di heman demê de skandal e û xetayeke dîrokî ku neyê efûkirine.”
Lapid diyar kir ku wan ji bo ronîkirina rewşê bang li balyozê Rûsyayê yê li Îsraîlê kiriye.
Serokê Bîrdariya Holokostê ya Îsraîlê Yad Vachem Danî Dayan jî daxuyaniyên Lavrov şermezar kir û got: "Daxuyaniyên bêbingeh, xapandin û xeternak ên ku şermezarkirinê heq dikin e".
Rûsya di şerê li hemberî Ûkraynayê yê ku di 24’ê Sibatê de daye destpêkirin de jî dibêje, ‘Ew dixwazin Ûkraynayê ji nazîyan paqij bikin‘.
Sergey Lavrov, roja yekşemê beşdarî bernameyek ya televziyonê bû û Serokomarê Ûkrayna Volodimir Zelenskiy hedef girt û got: “Ev argûmanê derdikev holê: Ger bi xwe cihû be, Nazîzim li Ûkrayna çawan dikare hebe.“
Lavrov îdia kir, "Nexwe çi? Ev rastî destûrê nade ku mirov înkar bike ku li Ûkraynayê hêmanên Nazî hene. Dibe ku ez şaş bim, lê ez bawer dikim ku xwîna Hîtler jî hebû. [...] Dijminên herî xirab ên Cihûyan Cihû ne."
Serokomarê Ûkraynayê Zelenskiy, di meha Adarê de li Parlamentoya Îsraîlê xîtabî wekîlan kir û banga, “tercîha xwe bikin“ kir û daxwaz kir ku Ûkrayna li hember Rûsyayê were parastin û ji bo wan çek bên dayîn.
Li gorî rayedarên Îsraîlî, ji Ûkrayna re alavên parastinê hatine dayîn, lê ne çek.