İsraîl: DYA ji Sûriyeyê vekişe em ê xwe biparêzin

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû got ew ê encamên vekişîna DYA ya ji Sûriyeyê lêkolîn bikin.

Netanyahû daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku beriya biryara vekişîna DYA ya ji Sûriyeyê agahî wergirtine.

Netanyahû têkildarî vekişînê got ew ê encamên wê lêkolîn bikin û li dijî gefên ku ji cîranê wê were ew ê xwe biparêzin.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû wiha got; “Em ê şêweyê vekişîna Amerîkayan û encamên me eleqedar dike bişopînin lê di her rewşekê de em dikiarin xwe û ewlehiya Îsraîlê biparêzin.”