Li gorî Trûmp têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê gihiştiye armanca xwe
Serokê DYE Donald Trûmp got têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê gihiştiye armanca xwe û diyar kir ku dibe hêzên Emerîkayê ji Sûriyeyê vekişin.
Serokê DYE Donald Trûmp got têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê gihiştiye armanca xwe û diyar kir ku dibe hêzên Emerîkayê ji Sûriyeyê vekişin.
Serokê DYE Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û got; “Li Sûriyeyê me Dewleta Îslamê têk bir.”
Trûmp hebûna xwe ya li Sûriyeyê weke vê sedemê nîşan da.
We have defeated ISIS in Syria, my only reason for being there during the Trump Presidency.
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) December 19, 2018
Li gorî nûçeya Reûtersê ku nûçeyê disperê çapemeniya Emerîkayê, DYE difikire ku yekîneyên leşkerî bi temamî ji Sûriyeyê vekişîne.
Rayedarekî Emerîkayê ku ji AFP’ê re axivî, got “Vekişîn wê bi lez çêbibe û biryara vekişînê duh hatiye girtin.”