Îsraîlê bang li welatiyên xwe kir ku Tirkiyê biterikînin

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bi îdiaya ku wê Îran êrîş bike, bang li welatiyên xwe kir ku Tirkiyê biterikînin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd, bang li welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê kir ku di demek herî kurt û guncaw de terka vî welatî bikin.

Lapîd di daxuyaniya nîvîskî ya dayî de diyar kir “Piştî êrîşên serhev ên terorê yên Îranê ku hewl dide li ser Îsraîliyên li Stenbolê di betlaneyê de ne, pêkbîne” bang li welatiyên xwe yên Îsraîlî kir.

Lapîd ji welatiyên xwe xwest ku neçin Stenbolê û ji welatiyên xwe yên li Stenbolê jî xwest ku “Di demek herî kurt de” ji vî welatî derbikevin.

Di hefteyên dawiyê de çapemeniya Îsraîlê, bi çavkaniyên ku naxwazin navê wan bê aşkerekirin, îdia kir ku li Tirkiyê hewldana êrîşan a li ser Îsraîliyan heye.

Bal hat kişandin ku bi saya Îsraîl û servîsa ewlekariya Tirkiyê ku di van mehên dawî de hevkariya xwe xurt kirine, wê pêşî li van êrîşan bê girtin.

Wezîr Lapîd îşaret bi “Xeteriya rast û nêzîk a sûîqest û revandinekê” kir û diyar kir ku jiyana gelek Îsraîliyan hatiye rizgarkirin.

Lapîd bi vê axaftinê “Her kesê ku zirarê bide Îsraîliyan wê berdêla wê bide, li kuderê dibe bila bibin em ê wan nêçîr bikin” gef xwar.