Îşaretên nêzîkbûnê yên di navbera Îran û Sûdanê de

Serokê Sûdan a ku niha lê şerekî dijwar heye, General Abdul Fettah El Bûrhan, sefîrê Îranê qebûl kir û sefirê xwe jî şand Tehranê. Piştî 8 salan ev geşedan weke îşaretên nêzîkbûnê hatin nirxandin.

Hikûmeta Sûdanê ku niha li gel Hêzên Piştevaniya Bilez (HPB) di nav şer de ye, ragihand ku General Bûrhan li Port Sûdanê bi sefîrê nû yê Îranê Hasan Şah Huseynî re hevdîtinek pêk aniye.

Serperiştê Wezareta Karên Derve Huseyîn el- Emîn ev hevdîtin weke ‘’destpêka qonaxeke nû’’ ya di navbera her du welatan de diyar kir û Bûrhanî jî sefîrê Sûdanê yê nû Abdulazîz Hasan Salih şand Îranê.

Sûdanê ji ber piştgiriya Îran û Erebistana Siûdî ku Sûidîyan oldarekî navdar ê Şîe îdam kiribû,  di sala 2016’an de têkilîyên xwe yên li gel Îranê qut kiribûn. Piştî Erebistana Siûdî oldarê Şîe îdam kir, li dijî balyozxaneya Siûdî ya li Tehranê  êrîşek pêk hatibû. Gelek hevalbendên Siûdî yên li herêmê jî di wê serdemê de têkiliyên xwe yên li gel Îranê qut kiribûn lê belê piştî lihevkirina Riyad û Tehranê ya sala borî rewş guherîbû. Sûdan û Îranê jî soz dabûn hev ku di meha Cotmehê de têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve bidin destpêkirin.

HEJMARA HÊZÊN KU TEVLÎ ŞERÊ LI SÛDANÊ DIBIN ZÊDE DIBIN

Ji destpêka şerê li Sûdanê ya di Nîsana 2023’yan de heya niha, hin hêzên biyanî  piştgiriya xwe ya ji bo her du aliyên hevrik diyar kirine. Sûdanê bi hinceta ku Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî ji HPB’ê re çek dabîn kiriye, dîplomatên wan dersînor kiribûn û di vî şerî de bi taybet Misir û Tirkiyeyê piştevaniya xwe ji bo General Bûrhanî diyar kiribûn.

Li gorî Sefîrê DYE’yê yê Sûdanê Tom Perriello di encama şerêli Sûdanê deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û li gorî hin çavkaniyên din ên cuda jî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihate 150 hezarî. Her wiha vî şerî zêdetirî 11 milyon welatî neçar kir ku welatê xwe biterikînin, zirareke mezin da binesaziya welat û li welat xizaniyeke mezin rû da.