Îranê qebûl kir ku ambargoyê bandor lê kiriye

Rayedarên Îranî qebûl kirin ku pêkanîn û ambargoya DYA'yê bandor li wan kiriye û ketin nava lêgerînên nû.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), qonaxa duyemîn a pêkanînên xwe yên li ser Îranê roja 5'ê Mijdarê xiste meriyetê. Rayedarên Îranî qebûl kirin ku ambargoyê bandor li wan kiriye.

Serokê Parlamentê Alî Larîcanî doh êvarê bi waliyên eyaletên li rojavayê Îranê re rûnişt û diyar kir, welat ji Şoreşa Îslamî û vir ve ketiye rewşeke nehatiye dîtin. Larîcanî got, "Tevî ku ambargo ji hin aliyan ve bandorê li îxracat û sektora me ya razemeniyê dike, divê em mekanîzmayên cuda bi kar bînin û zextên ji ber ambargoyê tên kirin kêm bikin."

Larîcanî diyar kir, DYA plana wê yekê dikir ku zexteke dijwar li Îranê bike, pêşîgirtina li firotina petrolê yek ji van e û ji ber bi ser neket, destûr da hin welatan.

'CÎRANÊN BI NÊTA NE BAŞ'

Larîcanî got, "Tevî nêzîkatiya bi nêta ne baş a hin cîranan, bi van welatan re pirsgirêkeke girîng derneketiye holê" û wiha dewam kir: "Nêzî 15 cîranên me hene. Têkiliyên me yên abgoriyê yên bi wan re baş e û dewam dike. Tevî vê yekê jî hin welat dixwazin pirsgirêkan ji Îranê re derxînin. Li hemberî zexta pêkanînan, li gel bikaranîna dîplomasiyê divê em kapasîteyên nava welêt baş sûdê werbigirin."