Îranê li Efganistanê nûnertiyên xwe yên dîplomatîk girt
Tehranê nerazîbûn nîşanî çalakiyên li hemberî nûnertiya Îranê ya li bajarê Heratê ya Efganistanê da û heta demeke nediyar nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên Efganistanê girt.
Tehranê nerazîbûn nîşanî çalakiyên li hemberî nûnertiya Îranê ya li bajarê Heratê ya Efganistanê da û heta demeke nediyar nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên Efganistanê girt.
Roja Duşemê bi dehan Efgan li pêşiya konsolosxaneya Îranê ya li bajarê Heratê kom bûbûn û sloganên ‘Bimire Îran’ berz kiribûn û alaya Îranê şewitandibûn.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera Wezareta Karê Derve ya Îranê balyozê Îranê yê li Kabîlê jî bûye hedefa çalakgeran.
Wezaretê bang li maskahatguzarê balyozxaneya Efganistanê ya li Tehranê kir û nerazîbûn nîşan da.
Li gorî daxuyaniyê heta demeke nediyar Îranê hemû balyozxane û konsolosxaneyên xwe yên li Efganistanê daye sekinandin.
Çavkaniyên serbixwe hê piştrast nekirine ka dîmenên li ser tora medyaya civakî rast e yan na û nehate zelalkirin ew dîmen kîngê û li ku hatine kişandin.
Ji Tebaxa 2021’an û vir ve li Efganistanê Talîban li ser desthilatdariyê ye. Îranê hê jî bi awayekî fermî hikumeta nû nas kiriye.
Her roj bi hezaran Efgan ji bo kar yan jî biçin Ewropayê hewl didin têkevin Îranê.