Îranê li dijî êrîşa li Bahreynê helwest nîşan da

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Zarîf li dijî êrîşa Bahreynê ya li ser Şîa helwesta nîşan da û got, "Ev êrîş encama berbiçav a têkiliyên Trûmp ên bi dîktotarên Riyadê re ye."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf li dijî êrîşa li ser Şîan a li Bahreynê helwest nîşan da.

Li Bahreynê, polîsan êrîş bi ser çalakiya Şîan de anîbûn, ku çalakî ji hêla alimê şiî  Şêx Îsa Kasim û destekvanên wî ve hatibû organîze kiribûn û di encamê de 5 kes hatibûn kuştin, gelek kes jî birîndar bûbûn.

Zarîf di ser hesabê xwe yê twîtterê re helwest nîşan da û got: "Ev êrîş encama berbiçav a têkiliyên Trûmp ên bi dîktatorên Riyadê re ye. Encama pêşî ya danûstandinên germ ên Serokê DYA’yê yê bi dîktatorên Riyadê re: Li Bahreynê êrîş bi ser meşa aştîxwaz de çêbû. Di Google de hûn dikarin lê vekolin."

Li Bahreynê piştî ku dadgeha xwecih biryara cezayê salekê li ser Şêx Îsa Kasim da û biryar da ku dest li ser mal û milkê wî were danîn, li paytext Manamanê çalakiyên protestoyî çêbûn.

Li Dirazê ya nêzî paytext Manamanê polîsan êrîş bi ser gel de biribûn û di encamê de 5 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Li Bayreynê ku piraniya nifûsa wê Erebên Şîa ne, sala 2011'an serhildan çêbûbû û 93 kes hatibûn kuştin. Di sala 2014'an de jî li dijî mîrekên sinî serhildan çêbûbû û 80 çalakger û polîs hatibûn kuştin.