Îranê gefa ‘Îsraîl’ê li Bexda û Hewlêrê xwar!
Piştî êrişa Pasdarên Îranê ya li ser ‘navenda stratejîk’ a Îsraîlê ya li Hewlêrê, hikumeta Îranê hişyarî da ku ewê li hemberî ‘gefên’ ku ji welatê cîran ango Iraqê bê bêdeng nemînin.
Piştî êrişa Pasdarên Îranê ya li ser ‘navenda stratejîk’ a Îsraîlê ya li Hewlêrê, hikumeta Îranê hişyarî da ku ewê li hemberî ‘gefên’ ku ji welatê cîran ango Iraqê bê bêdeng nemînin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade di konferanseke rojnamevanî ya heftane de got: "Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku yek ji cîranên me ku têkiliyên me yên kûr pê re hene (...) bibe çavkaniya metirsiyê li ser Komara Îslamî.”
Artêşa îdeolojîk a Îranê ango Muhafizên Şoreşê ragihand ku 13’ê Adarê roja Yekşemê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê “Navenda Stratejîk” a ku tê îdîakirin girêdayî Îsraîlê ye kirine hedef.
Rayedarên Kurd diyar kirin ku "dwazdeh fûzeyên balîstîk" "li derveyî sînorên Iraqê, bi awayekî eşkere ji aliyê rojhilat ve" avêtine ser konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û ti ziyanên canî çênebûne.
Waşîngtonê jî daxuyaniyek da û ragihand, "Ti xisar û ziyanên canî li ti dezgehên hikûmeta Emerîkayê çênebûne."
Hikûmeta Bexdayê gazî sefîrê Îranê Îrec Mescidî kir da ku nerazîbûna xwe li ser wan êrîşan ku hikûmeta herêmê ew wek "binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê" binav kiribû, ragihîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îşaret bi cîranê xwe Iraqê kir û got: "Ewê ji hebûna navendeke sabotaj, komplo û şandina komên têrorîst li nêzî sînorên xwe çavê xwe negire" ku Komara Îslamî ya Îranê dike armanc.
Berdevkê her wiha ji bo hikumeta Iraqê jî got, "Bi dehan car hatiye hişyarkirin ku divê rê neyê dayîn ku sînorên wê yên bi Îranê re weguherin rewşeke metirsîdar."
Êrîşa Îranê piştî hefteyek li ser kuştina du berpirsên payebilind ên Pasdaran li Sûriyê pêk hat. Îsraîl bi êrîşa li Sûriyeyê hatibû sûcdarkirin. Muhafizên Şoreşê roja Sêşemê di daxûyaniya xwe de gotibû, “Rejîma Siyonîst wê berdêla vê tawanê bide.”
Di Çileya 2020’an de Îranê weke tolhildana Fermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî ya ji aliyê DYE’yê ve li Bexdayê hatibû kuştin, Îranê bi fûzeyan êrîşî baregehên Emerîkayê yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê kiribû. Di nava nîv saetê de 22 fûzeyên erd bo erd li dijî baregeha Eyn Esed û baregeha Hewlerê hatin avêtin.