Îranê di heman demê de sê peyk şand fezayê

Îranê ragihand ku yekemcar di heman demê de sê peyk şandiye fezayê. Bi vî rengî li gel pêkanînên dewletên Rojavayî di karê pêşvebirina fezayî û hewakariyê de gaveke din avêt.

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê, "Bi bikaranîna fuzeya Sîmûrg Wezarat Parastinê yekemcar sê peykên Îranê bi rengekî serketî şand fezayê."

Li gorî nûçeyê, hersê peyk bi bilindahiya 450 kîlometreyî li dora cîhanê hate bicihkirin. Hate ragihandin ku peyka Mahda ya bi 32 kîloyî, peyka Kayhan 2 a bi 10 kîloyî giran û peyka Hatef ji bo 'testkirina sîstemên jêrîn ên peykê', lêkolîn û telekomunîkasyonê hatin amadekirin.

Elmanya, Fransa û Îngilistanê bi daxuyaniyeke hevpar şandina peykê şermezar kirin û ev yek weke çalakiyeke 'destwerdanê' pênase kirin.

Îran jî îdîa dike ku karên hewakariyê aştiyane ye û li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.