Îranê danûstandinên bi Erebistana Siûdî re sekinand
Îranê ragihand ku danûstandinên bi Erebistana Siûdî re sekinandine.
Îranê ragihand ku danûstandinên bi Erebistana Siûdî re sekinandine.
Li gorî Nûr Newsê ku nêzî Muxafizên Şoreşê yên Îranê ye, rêveberiya Tehranê danûstandinên bi Erebistana Siûdî re rawestand. Di nûçeyê de li ser sedema rawestandina hevdîtinan agahî nehate dayin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di navbera Tehran û Riyadê de tûra nû ya danûstandinan wê roja Çarşemê li Iraqê dest pê bike. Fûad Huseyîn ev daxuyanî li Forûma Dîplomatîk a li Antalyayê dabû.
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji Reutersê re axivî û ev daxuyanî piştrast kiribû.
Danûstandinên nû wê bibûya hevdîtinên tûra çaremîn ku ji aliyê Bexdayê ve tê lidarxistin.