Îranê cara ewilî waliyê Belûcî tayînî Sîstan-Belûcistanê kir
Hikûmeta Îranê cara ewilî waliyeke Belûcî tayînî herêma sînor Sîstan-Belûcistan a ku rû bi rûyê zextên tund û cihêkar dimîne, kir.
Hikûmeta Îranê cara ewilî waliyeke Belûcî tayînî herêma sînor Sîstan-Belûcistan a ku rû bi rûyê zextên tund û cihêkar dimîne, kir.
Ji hikumeta Îranê Berdevk Fatemeh Muhacerani roja Çarşemê daxuyanî da û ragihand ku Mansur Bijar weke waliyê Sîstan-Belûcistanê hate tayînkirin.
Roja Şemiyê li eyaletê êrîşek çêbû û 10 polîs hatin kuştin, tayînkirin piştî vê êrîşê pêk hat. Koma cîhadî ya sunnî Ceyş Al Adl (Artêşa Edaletê) êrîş girtibû ser xwe.
Sîstan-Belûcistan, yek ji herêmên herî xizan a Îranê ye.
Li vê herêmê weke dîrokî gelê Belûcî dijîn.
Li herêmê di navbera hêzên dewleta Îranê, serhildêrên Belûcî yên alîgirê serbixwebûnê, komên Sunnî yên radîkal ku weke “cîhadî” tên binavkirin û qeçaxçiyan de timî şer diqewime.
Mansur Bijar di hefteyên dawî de bû waliyê sêyemîn ê li Îranê hatî tayînkirin û ne Fars e.