Îran: Em ê li Sûriyeyê bimînin

Fermandarê Mûhafizên Şoreşê yê Îranê Mûhammed Alî Caferî ragihand ku ew ê hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomînin.

Fermandarê Mûhafîzên Şoreşê yê Îranê Caferî bersiv da gefên Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û got; “Komara Îranê ya Îslamî bi şêwirmendên xwe yên leşkerî, hêzên şoreşger û çekên xwe ve wê li Sûriyeyê bimîne."

Fermandarê Îranî ji bo gefên ji Îsraîlê jî nav neda û got; “Komîk in, bizanin hûn bi agir dileyzin.”

Fermandarê Mûhaafizên Şoreşê yê Îranê Mihemed Elî Caferî diyar kir ku Îran wê hemû hêz û çekên xwe li Sûriyeyê bihêle û wiha axivî: "Îsraîl gefan li me dixwe, dibêje eger hûn ji Sûriyeyê dernekevin hûn ê bibin hedefa êrîşên me. Gefên serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û êrîşên wan ên li ser baregehên Îranê yên li Sûriyeyê komîk in.”