Îngîlistan wê sibê yekemîn koma koçberan bişîne Rûandayê

Digel ku saziyên sivîl ên civakî û Neteweyên Yekbûyî li dijî wê derdikevin, Îngîlistan dest pê kir ku koçberên bi qaçaxî ketine welatê wan wê bişînin Rûandayê. Koma yekemîn wê roja Sêşemê bişînin Rûandayê.

Serokwezîrê Îngîlistanê Borîs Johnson di Nîsana borî de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû wê Îngîlistan hemû kesên derqanûnî ketine Îngîlistanê bişîne Rûandayê. Hikûmeta Johnson ya muhafezekar soz dabû ku di berdêla koçberan de alîkariya Ruanda bike ku pêş bikeve.

Tevî nerazîbûnên tund ên opozîsyon, rêxistinên sivîl û Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Johnson di hefteyên dawî de hemû amadekariyên pêkanîna vê planê temam kirin. Di çarçoveya plana ku hikûmeta Ruandayê qebûl kiriye de, 14’ê Hezîranê roja Sêşemê wê koma yekem a ji 30 koçberan bi rêya hewayî ber bi Ruandayê ve were şandin.

‘ÎNGÎLTERE BI QASÎ DIXWAZE DIKARE KOÇBER BIŞÎNE’

Hikûmeta Raunda, ku ji bo her koçberek dê alîkariya pere werbigre, ragihand ku ew jî vê planê qebûl dikin.

Rayedarekî Wezareta Edaletê ya Raunda ji medyaya Îngilîstanê re axivî û got, “Îngîistan li gorî peymana ku me di çarçoveya dostaniyê de çêkiriye, çiqas bixwaze dikare bişîne. Kapasîteya me têra vê yekê heye, dibe ku ev hejmar bibe deh hezar."

Koçberên ku ji sersalê û vir ve bi rêyên neqanûnî hatine Îngilîstanê dê ji niha û pê de serî li Ruandayê bidin. Kesên ku bersiva erênî werbigirin dê bi piştgiriya hikûmeta Îngilîstanê li Ruandayê pakêteke piştgiriyê ya 5 salan bi hemû mafên kar, jiyan, tenduristî û perwerdehiyê bidin wan. Kesên ku serlêdana wan a koçberiyê bê redkirin, dê sê bijarde werin pêşkêş kirin; Li Ruandayê statûya koçberiyê distînin, diçin welatê xwe an jî têne şandin bo welatek din ku mafê rûniştinê lê heye.

JOHNSON: QAÇAXÇIYÊN MIROVAN DÊ DERBEYEK MEZIN BIGRE

Serokwezîrê Îngîlistanê Boris Johnson ji ber dadgeha Îngîlîz plan erê kir bi kêfxweşî pêşwazî kir. Johnsonê ku roja şemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya rawejî daxuyaniyek da û got, "Divê em dev ji dayîna derfetan ji qaçaxçiyên mirovan re berdin, ev plan dê zirareke mezin bide wan." Johnson îdia kir ku Ruanda ku li rojhilatê Afrîkayê ye "yek ji welatên herî ewledar ê dinyayê ye" û koçberên ku bên şandin wê di ewlehî û bextewariyê de bijîn.

Lê berevajî gotinên Johnson, rêxistinên mafên mirovan raporek baş nadin hikûmeta Ruandayê. Tê diyarkirin ku hikûmet bi taybetî zextê li komên mûxalîf û homoseksuelan dike. Her wiha Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ku bi tundî li dijî plana şandina koçberan bo Ruandayê radiweste, balê dikişîne ser wê yekê ku Îngîlistan bi vê planê xwe ji berpirsyariya dayîna mafê penaberiyê xilas kiriye û Peymana Penaberan binpê kiriye.