Îdîaya ‘YE dawî li misyona Sophîa ya Behra Spî anî’

Hata îdîakirin ku yek ji operasyona xilaskirina koçberên li Behra Spî ya herî girîng Sophîa ku van demên dawî bi astengkirina hikûmeta Italya di rojevê de ye ji hêla YE’yê ve wê were rawestandin.

Li gorî kovara Der Spîegel a Elman ji 2015’an û vir ve misyona bi navê Sophîa ku ji hêla YE’yê ve li Behra Spî tê rêvebirinn, bidawî bûye. Kovarê ragihand, fermandarê misyona Sophîa ferman daye keştiyên rizgarkirinê yên li Behra Spî û gotiye: “vekişin lengerhehan’’. Bi vê fermanê agahî hate parvekirin ku misyon ji hêla pratîk ve hatiye bidawîkirin.

Hikûmeta koalisyonê ya Italyayê ku partiya rastgirên tund Lîga Bakur (Nega Nord) qebûl nedikir ku koçberên bi çarçoweya misyona YE’ê hatin rizgarkirin derbasî nav welêt bibe. Wezîrê Karê Navxwe Matteo Salvînî beriya niha jî ragihandibû ew ê nehêlin keştiyên rizgarkirinê yên ku saziyên alîkariya mirovî peywirdar kirin bikeve lengergeha Italya.

Mîsyona Sophîa Hezîrana 2015’an ji hêla YE’yê ve ji bo koçberên di navbeyna Italya û Lîbyayê de werin rizgarkrin û qeçaxkariyên mirovan asteng bikin dest pê kiribû. Bi çarçoweya mîsyonê heta niha piranî jê ji welatên Afrîkayê 49 hezar koçberên ku ji Afrîkayê hatin, hatin xilaskirin.