Îdîaya ku Îran û Suîdî danûstandinan dikin!

Fînancîal Tîmesê îdîa kir Îran û Siûdî ji bo têkiliyên xwe xweş bikin hev dibînin.

Tê diyarkirin Siûdî û Îran ku ev 4 sal in têkiliyên wan ên dîpomatî qut bûne ji bo ku têkiliyên xwe baş bikin dest bi danûstandinan kirine.

Fînancîal Tîmesê xwe sparte ser kanên fermî û got tûra pêşî ya hevdîtinan 9'ê Nîsanê li Bexdayê dest pê kiriye û nexasim li ser dosyaya Yemenê rawestiyane. Li gorî rojnameya Ingilîz hevdîtin ''pozîtîf'' in.

Li gorî Reutersê ku mijar ji rayedarên Siûdî pirsî rayearên Siûd ti şîrove nekirine. Hate gotin ji bo ku vê agahiyên piştrast bikin nekarîne ku xwe bigihînin rayedarên Îranê jî.

Rayedarê payebilind ê Siûdî ku ji Fînancîal Tîmesê re axivî danûstandina bi Îranê re li derewê qeliband.