Çînê di krîza Ûkraynayê de xwe da aliyê Rûsyayê
Rêveberiya Çînê di krîza Ûkraynayê de piştgirî da Moskowayê û hişyarî da ku eger DYE Ûkraynayê dagir bike, wê 'rîskên cîhanî' rû bidin.
Rêveberiya Çînê di krîza Ûkraynayê de piştgirî da Moskowayê û hişyarî da ku eger DYE Ûkraynayê dagir bike, wê 'rîskên cîhanî' rû bidin.
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî got, "Divê fikarên aqilane yên Rûsyayê yên li ser mijara ewlekariyê cidî bêne dîtin û çareserî bê peydakirin."
Rêveberiya Pekînê bang li aliyan hemûyan kir ku aloziyê bilind nekin, krîzê giran nekin.
Rêveberiya Washîngtonê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê îdîa kiribû ku Rûsya dikare di nava meha Sibatê de êriş bike.