Çîn wê li dijî serxwebûna Taywanê 'heta dawiyê şer bike'

Wezîrê Parastinê yê Çînê Weî Fenghe diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li serxwebûna Taywanê ew ê 'heta dawî şer bikin' û got, "Ji bo Çînê yekane rêya pêkan, ev e."

Li ser nerazîbûna Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Lloyd Austin a li hember çalakiyên leşkerî yên Çînê yên 'provokatîf û bêîstiqrar' ên rojek berê li nêzî Taywanê pêk hatibû, bersiv ji Çînê hat.

Fenghe di forma ewlehiyê ya li Sîngapûrê de axivî û wiha got: "Em ê bi her awayî şer bikin û heta dawiyê em ê têbikoşin. Yekane rêya ku ji bo Çînê pêkan e, ev e."

Pekîn Taywan a Xweser weke parçeyeke yekparebûna xaka xwe dibîne. Pêwendî û eleqeya herdu hêzên super a li ser herêmê, rewşê aloz dike. Êrişên balafirên leşkerî yên Çînê li ser herêma berevaniya hewayî ya Taywanê mehên dawî zêde bûn, lewma alozî mezintir bû.

Fenghe wiha got, "Yên ku bi armanca parçekirina Çînê daxwaza serxwebûna Taywanê dikin, bêguman wê negihêjin armanca xwe. Divê kes hêza biryardarî û hevgirtina hêzên çekdar ên Çînê ji bo parastina yekparçetiya axa xwe biçûk nebîne."

Weî Fenghe bang li Washîngtonê kir ku "tevlî karên navxweyî yên Çînê nebe û zerarê nede berjewendiyên wan." Weî Fenghe destnîşan kir ku nêzîkatiyeke bi vî rengî "ji bo aştiya cîhanê gelekî girîng e" ji bo têkiliyeke aram a Çîn û DYE'yê bang kir.

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Austin di forûma ewlehiyê ya li Sîngapûrê de nerazîbûn nîşanî çalakiyên leşkerî yên Çînê da got, "Me li nêzî Taywanê zêdebûna çalakiyên leşkerî yên provokatîf û bêîstîqrar dît."

Lê belê, Austin ji bo ji hesabên xelet dûr bê seknandin li ser girîngiya "Têkîliya di navbera rayedarên parastina Çînê de’ rawestiya. 

Herdu rêveberan roja Înê di civîna bilind a Sîngapûrê de yekemîn hevdîtina xwe ya taybet pêk anîn.

Çîn dibêje girava Taywanê ku nifûsa wê 24 milyon e, yek ji parêzgehên wê yên dîrokî ye û diyar dike, ku eger pêwîst bike wê bi zorê be jî wir bistînin.

Li gor berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê, Weî Fenghe di hevdîtina ligel Austin de got: "Eger kesek biwêre Taywanê ji Çînê veqetîne, artêşa Çînê berdêla wê çi dibe bila bibe ji bo şer bide destpêkirin ti kêliyekê jî dudilî nabe."

Wezareta Parastinê ya Çînê hişyarî da ku Pekîn wê hewldaneke serxwebûnê parçe parçe bike.

Li gorî Pentagonê, Lloyd Austin ji Weî Fenghe re gotiye ku divê Pekîn ji her karekî bêîstiqrar li vê herêmê dûr bikeve.

Wezareta Karên Derve ya Taywanê roja Şemiyê bersiv da ‘îdiayên Pekînê yên bêaqil’ û red kir.