Çîn, ji bo şerê Ûkraynayê biqede, dixwaza bibe xwedî înîsiyatîf

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yî, diyar kir ku ji bo şerê di nava Ûkraynayê û Rûsyayê de biqedîne, dixwaze bibe xwedî înîsiyatîf û got: ‘’Em ne rûdinin û li şer dinihêrin ne jî agir gur dikin. Çîn, wê li hewila xwe ya ji bo aştî û diyalogê dewam bike.’’

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 59’emîn ku duh li bajarê Munîh ê Elmanyayê dest pê bû, berdewam e.

ÇÎN: BI HIN WELATAN NE XWEŞ E KU ŞER BIQEDE

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yî ku îro li konferansê axivî, ji bo şerê Ûkrayna û Rûsyayê bang ji bo aştî û diyalogê kir. Wang, ji welatên Ewropayî xwest ku li ser hewildanên wan ên rawestandina şer bisekinin û got ku ji bo şer biqede, wê Çîn bibe xwedî înîsiyatîf.

Wang Yî, ragihand ku wê di demeke nêz de helwesta xwe ya têkildarê krîza Ûkraynayê bi belgeyekê eşkere bike û wiha axivî: ‘’Divê hemû welat rêzê ji yekîtiya axê ya hev û din re bigirin. Lê wisa xuya ye ku bi hin dewletan ne xweş e hevdîtinên ji bo qedandina şer bigihîjin armanca xwe.’’

PLANÊ AŞTIYÊ WÊ 24’Ê SIBATÊ EŞKERE BIBE

Wezîr Wang Yî, daxwaz ji hemû aliyan kir ku bi Peymana Neteweyên Yekbûyî bikin û bi domdarî wiha got: ‘’Em ê ne rûnin û dengê xwe ji şer re nekin, ne jî agirê şer gur bikin. Em ê her bikevin hewila ji bo aştî û diyalogê.’’

Li gor agahiyên medyaya Elmanyayê, înîsiyatîfa aştiyê ya berpêyî şerê Ûkraynayê ku behsa wê tê kirin, wê 24’ê Sibatê ku salvegera yekemîn a şer e, ji aliyê Serokê Dewleta Çînê Xî Jînpîng ve bê eşkerekirin.