'Çîn dixwaze Taywanê bike mîna Hong Kongê'
Wezîrê Karên Derve yê Taywanê Joseph Wû nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku Çîn dixwaze Taywanê bike mîna Hong Kongê.
Wezîrê Karên Derve yê Taywanê Joseph Wû nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku Çîn dixwaze Taywanê bike mîna Hong Kongê.
Wezîrê Karên Derve yê Taywanê Joseph Wû piştî hevdîtina bi Wezîrê Tenduristiyê yê DYE'yê Alex Azar daxuyaniyek da.
Wû got, "Jiyana me ya rojane zehmet dibe. Çîn zextên xwe dewam dike, ji bo şercên siyasî yên mîna Hong Kongê li ser me ferz dike bide qebûlkirin."
Piştî ku qanûna ewlekariya neteweyî ya ku rêveberiya Pekînê li Hong Kongê ferz dikir meha Hezîranê kete meriyetê, zextên li ser alîgirên serxwebûnê zêde bûn.
Gelek aktîvîstên alîgirê demokrasiyê di pêvajoya namzetiya hilbijartinên giştî de hatin destgîrkirin.
Desteserkirina Hong Kongê ji aliyê Çînê ve, Teywan a ku nifûsa xwe 23 milyon kes e xiste nava fikaran.