Çend not ji binê erdê

Av nêzîk bû, ser min vekir, naylona hestiyên min lê pêçayî bû li ber avê çû, av gihîşt hestiyê min. Diviyabû min xwe li cihekî bigirta, nehiştiba av min ji xakê dûr bixîne.

GERÎLA LALEŞ

Av fûriya, bi ser min de hat. Ax kêm dibe. Gelo wê av bigihêje min? Divê hîn bêhtir xwe li xakê bigirim; ev der xaka me ye ku lê hem e, xaka şehîdên me ye. Divê dest jê bernedim.

Şehîdên Werxelê hatin bîra min. Li şikefta hevrêyên min ên şehîd Çavrê û Cûmalî li ber xwe dan, ew gotinên Cûmalî di nava berxwedanê de gotin hatin bîra min: Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, heta ku hestiyên me bihelin em ê li ber xwe bidin. Dengê avê tê, ronahî çavên min şewitand, kê ser min vekir? Axê biavêjin ser min, ew der warê min e, min bixin nava wê gora ku hevrêyên min ez xistin. Rabirdûya min, paşeroja min, ew dîroka min e. Ez keça Êzidî Laleş im.

Beriya niha bi du salan ez hatim çiyayên Kurdistanê, Êzidî me ez. Navê min Laleş e, beriya fermana Şengalê, beriya komkujiyê min kesek nas nedikir. Di nava çavên min de tirs û bê îradeyeke dûrî ji wêrekiyê hebû. Belê DAÎŞ'ê dixwest min birevîne, bifiroşe, bixe binê erdê, hebûna min veşêre. Destên min girêdayî, porên min di nava axê de bû. Dayika min, bavê min li ku ne, bi wê jî nizanim. Lêvên min ji bê avê qelişîn, porên min bi ser rûyê min de diweşiya. Çavên min hîn bêhtir derketibûn derve, yên li min dinihêrî ditirsandin. Kê lê binihêriya, bi dengekî girî dinihêrî. Min xaka xwe diterikand; cihê ku lê ji dayik bûm, mezin bûn, min xwe lê nas kir, diterikand. Ne tenê ez, gelê min bi temamî pişta xwe dabû Şengal a dû bi ser ket û koç kiribû.

Doz û dû bi nava hev ketin, xak qelişî, mîna ku ax bi ser min de hat. Giriyê zarokan sekinî, min xwe li ber ba xist, dû bi ser Şengalê ketibû. Dengê fîşekan hat, pêşmergeyên pêlav zer ên ku kleş di destê wan de bû dihatin. Na na, ev ne pêşmerge bûn, ev cuda bûn, ev bi rûyê li ken ber bi me ve dihatin, pişta xwe nespartibûn Şengalê, berê wan li me bû. Ev kî bin, divê ez jî bi wan re biçim, ez jî rahêjim wê çekê, ez jî li dijî yên ku dixwazin xaka min tine bikin şer bikim. Na, na ev ne pêşmerge ne. Dengê qîrîna dayikekê hat: Milyaket tên, milyaket daketin ser rûyê erdê, milyaket tên. Fîşek digihîştin Şengalê. Dengê 'Allah û Ekber' ê ji Şengalê bilind dibû, kêm bûbûn. Ya ku dihat guhê min gotina 'Bijî Serok Apo' bû ku jinan bilind dikirin. Diviyabû ez jî li ser vê rêyê bimeşiyam, bidama pey van jinan. Diviyabû bibûma hevrêyên van jinan ku bi tilîliyên xwe erd û ezman dihejandin. 6 salan ji dil min li van jinan nihêrî. Ji çiyê hatibûn. Ew suwariyên serketinê bûn, şûrê başiyê yê mirovahiyê di destê wan de bû. Bi gotina gelê min, ev gerîlayên hêviya cîhanê bûn.

Ev têne bîra min, di sala 2020'î de çûm keleha berxwedanê Zapê. Min jî ew kinc li xwe kir, li çiyê geriyam, gelek hevrêyên min çêbûn, hîn bûm ku xwe biparêzim û bibim a xwe. Min jî ji darekê, ji avê, ji xakê hez kir, li çiyayên Kuredistanê qîrîna 'azadiyê' kir ku bi hesreta wê bûm. Ez jî birîndar bûm, min xwê da, ked da, bûm xwedî bîranînan, ketim erdê, çok û milên min xwîn bûn, pişta min ket bin bar û êşiya; min jî hez kir ku ber bi ya herî zehmet bibezim, min kar kir, xwîn rijand, li ser hevrêyên xwe giriyam, bêriya wan kir, sonda tolhildanê xwar ji bo hevrêyên xwe yên şehîd û li qadên herî zehmet di oxira serketina dozê de meşiyam. Li qada Kokelê ya li Zapê li dijmin rast hatim. Ew zebanî bûn ku li Şengalê sala 2014'an dixwestin tuf li xaka min bikin û derbas bibin. Hevrêyên min ez parastin, min jî hevrêyên xwe parast. Min li wê derê xwîna xwe rijand. Di encama êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de ku dijminê azadiyê, jinê ye û nijadperest, dagirker û faşîst e, şehîd bûm. Ez şehîd ketibim jî, goştê min heliya jî be ez ê careke din dest ji vê xakê bernedim.

Av nêzîk bû, ser min vekir, naylona hestiyên min lê pêçayî bû li ber avê çû, av gihîşt hestiyê min. Diviyabû min xwe li cihekî bigirta, nehiştiba av min ji xakê dûr bixîne.

Gelo av kêm dibe? Dengê avê kêm bû. Êşa hestiyên min man, bêhna kîmyewî ji ser min avêt. Ma ew ne şehîd Rosîda ye? Belê, ji bo av zû kêm bibe çalê dikole. 'Heval, heval, heval, heval...' gelo dengê min naçe wê? Av kêm dibe, dengê avê kêm dibe. Ez hîn li vir im. Hevala Rosîda ez li vir im, li binê Kokelê, ji bo li bilindahiya Zapê binihêrim we ez li vê derê veşartin, li kêleka kevirekî, ez li vê derê me. Ez im, keça Êzidî gerîla Laleş.