BI DÎMEN

'Dewleta Tirk a dagirker raste rast sivîlan dike hedef'

Şêniyê Kantona Efrîn-Şehba, têkildarê êrîşên duh yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Helîsa û navçeya Til Rifatê nerazîbûnên xwe nîşan da û got li dijî zarok, jin û sivîlan sûcên şer tên kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvro navçeya Til Rifat û gundê Helîsa ya Kantona Efrîn-Şehba, topbaran kir. Di encamê de sivîlek şehîd bû û 7 kes ku piraniya wan zarok in birîndar bûn.

Şêniyê Kantona Efrîn-Şehba, li dijî êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê nerazîbûnê xwe ji ANF’ê re anî ziman û destnîşan kir ku di van êrîşan de raste rast sivîl hedef tên girtin.

Şahîn Mihemed, derbarê êrîşa şevê din ya li dijî navçeya Til Rifatê got, “Bombebaran dijwar bû. Belê em dizanin ev ne cara ewil e. Navçeya Til Rifatê di nava 7 salan de, her roj ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye bombebarankirin. Sûcê zarok, jin û sivîlan çi ye? Taxên tên bombekirin hêzên leşkerî lê nîn in. Raste rast sûcê şer tê kirin û sivîl tên hedef girtin. Divê li dijî van êrîşan her kes helwesta xwe raber bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 23’yê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li navçeya Til Rifatê li dijî koçberên Efrînê komkujiyek pêk anî û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bibûn.