Çareseriya Merkel a li dijî bûyerên G20: Hê bêhtir polîs divê
Hikumeta Elman, ku xwe li xwepêşandanên dijî civîna bilind a G20'ê ranegirt, zêdekirina hejmara polîsan weke çare nîşan da.
Hikumeta Elman, ku xwe li xwepêşandanên dijî civîna bilind a G20'ê ranegirt, zêdekirina hejmara polîsan weke çare nîşan da.
Polîsên Elman, ku di dema civîna bilind a G20'ê de gelek xwepêşandanên komên çep bloke kirin, di rûdana bûyerên tund de li ku gelek herêmên Hambûrgê der bû, para xwe hebû.
Bîlançoya van bûyeran zelal nebû. Hin derdor dibêjin, ku ji rûdana şer û bûyeran polîs berpirsyar e. Hin partiyên li nava sîstemê jî komên çepgir sûcdar dikin. Herî dawî, partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ku bi nêrînên xwe yên rastgiriya tund tê naskirin, pêşniyarek kir û xwest komên otonom ên çep bên qedexekrin.
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel li ser bûyerê axivî û soz da ku ew ê hejmara polîsên li welêt zêde bikin. Merkel bal kişand ser sozên CDU û CSU yên di hilbijartinê de dane û careke din got, ku ew alîgir e 15 hezar kesên din bibin polîs.
Angela Merkel li eyaleta Bavyerayê di çalakiyeke Partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan (CSU) axivî û îdîa kir, ku mîna di bûyerên civîna G20 de de hate dîtin, hêzên ewlekariyê wê 'bi biryardarî dest li şîdetê werdin'.
Tevî polîs û karmendên li nava karên îdarî dixebitin, hejmara polîsan zêdeyî 260 hezar e. Yek ji pênc parên polîsan li eyaleta Bavyera ne, ku CSU lê desthilatdar e. Li vê eyaletê hejmara polîsan zêde dibe. Li hin eyaletên din jî kêm bû.