Çapemeniya cîhanê ji lîstika 'rakirina Rewşa Awarte' bawer nake

Rejîma AKP-MHP'ê qaşo wê Rewşa Awarte rake. Lê çapemeniya cîhanê balê dikişîne ser wê yekê ku bi guhertina nû re wê erkên Rewşa Awarte bi şêweyekî din bidomin.

Rejîma AKP-MHP'ê qaşo wê Rewşa Awarte rake. Lê çapemeniya cîhanê balê dikişîne ser wê yekê ku bi guhertina nû re wê erkên Rewşa Awarte bi şêweyekî din bidomin.

LE MONDE

Li gorî nûçeya Le Monde ku yek ji rojnameyên sereke yên Fransayê ye, Rewşa Awarte bi taybetî ji bo şopandina darbekarên 15'ê Tîrmehê û 'Kurdan' hatiye bikaranîn. Di nûçeyê de hate ragihandin ku rojnamevan û saziyên civakî yên sivîl ên rexnegir bi Rewşa Awarte re bûne hedef.

Di nûçeyê de işaret bi endîşeyan hate kirin ku rakirina Rewşa Awarte wê zext û zordariyê neqedîne û rola 'qanûna antî-terorê' ya ketiye rojeva meclîsê bi bîr xist. Le Monde bi taybetî destnîşan kir ku hîn jî mirov ji kar tên avêtin, erkên waliyan hatine zêdekirin û kesên hedef tên dîtin, ger û geşta wan tê astengkirin.

SPÎEGEL: FIKARÊN LI SER QELSKIRINA PÎVANÊN DEWLETA HIQÛQÊ

Versiyona online ya kovara Der Spîegel a Elmanyayê di nûçeya xwe de ragihand ku qedandina Rewşa Awarte wê tiştekî neguherîne.

Di nûçeyê de bal hate kişandin ser rewşa mirovên bi biryarnameyan ji kar hatin derxistin, hatin girtin û sirgûnkirin û hate bibîrxistin ku erkên rê li ber nerazîbûnan vekirin wê bi sîstema nû re neqedin.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku di medya mûxalîf de hişyarî tên dayin ku Erdogan û KAP-MHP dixwazin Rewşa Awarte 'bi navekî cuda' mayinde bikin.

LE FÎGARO: TENÊ NAV TÊ RAKIRIN

Rojnameyeke din a Fransayê Le Fîgaro jî cih da rexneyên ku dibêjin; rejîma Erdogan Rewşa Awarte tenê ji aliyê nav ve radike.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku AKP bi rêya guhertinên xistiye rojeva meclîsê wê beşeke girîng a pêkanînên Rewşa Awarte bidomîne.

EURONEWS: REWŞA AWARTE RADIBE, PÊKANÎNÊN WÊ DIMÎNIN

Li gorî nûçeya malpera înternetê ya qenala Euronews ku bi gelek zimana weşanê dike, Rewşa Awarte tê rakirin, lê pêkanînên wê dimînin.

FT: FIKAR HENE KU ERKÊN REWŞA AWARTE HÎN BÊHTIR BERFIREH BIBIN

Di nûçeya Fînancîal Tîmes de hate bibîrxistin ku di pêvajoya Rewşa Awarte de 75 hezar kes bi sûcdariya darbeyê hatine girtin û 130 kes jî ji kar hatine derxistin. Di nûçeyê de işaret bi nêrîna mûxalefetê hate kirin û li gorî mûxalefetê wê bi sererastkirina nû re erkên Rewşa Awrate bên berfirehkirin.