Çalakiya dîlgirtinê ya li Fransayê bi dawî bû

Li bajarê Le Havre yê Fransayê, kesekî ku li bankayekê 6 kes dîl girt, bi şev ji aliyê polîsan ve hate girtin. Hate îdîakirin ku pirsgirêkên wî yên 'derûnî' hebû.

Li bajarê Le Havre yê li bakurrojavayê Fransayê, kesekî 34 salî saet di 16:45'an de li şaxê bankayekê 6 kes dîl girt. Hate ragihandin ku kesê navborî saet di 22'an de teslîm bûye. Dîlgirtiyan diyar kirin ku birîndar nebûne û kesê ew dîlgirtine jî "bi tenê" û "bi çek" bû.

Li gorî agahiyan, kesê navborî beriya niha ji ber pirsgirêkên derûnî hatibû dermankirin, berê jî sûcên wî yên "revandin", "desteserkirin" û "hilgirtina çekê" hebû.

Pêwendiya bûyerê bi rêxistinên sûc re tê lêkolîn. Hatibû îdîa kirin, kesê ku piraniya wan xebatkarên bankayê 6 kes dîl girt, çalakî ji bo 'Zarokên Filistînî' kiriye û 'selefî' ye.