75 sal di ser Nagazakî re bihurî, metirsiya nukleerê hîn jî didome

Beriya niha bi 75 salan, sê roj piştî Hîroşîmayê bombeya atomê avêtin bajarê Nagazakî yê Japonyayê. Mirovên ji wê êrişê sax mane ji dinyayê dixwazin ku dest ji çekên nukleerî berde.

DYE'yê piştî ku 6'ê Tebaxa 1945'an bombeya atomê ya bi navê "Little boy" avêt Hîroşîmayê, di 9'ê Tebaxê de vê carê bajarê Nagazakî xist nava agirê nukleerê.

Van her du bombeyên hilweşîner kir ku Japonya serî bitewîne. Împarator Hîrohîko di 15'ê Tebaxa 29145'an de ragihand ku li pêşberî hêzên tifaqê ew teslîm bûne û bi vî rengî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî bû.

Roja Yekşemê ji bo bîranîna qurbaniyên Nagazakiyê, li Dêra Ûrakamî ku cihekî nêzî teqînê bû, ayînek hate lidarxistin. Hin kesên din jî li Parka Aştiyê merasîmek pêk anîn. Ji ber vîrûsa koronayê hejmara tevlîbûnê li gorî salên derbasbûyî 90 ji sedî hate kêmkirin.

Terûmî Tanaka yê 88 salî ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku dema bombardûman bû ew 13 salî bû, hingî tê bîra wî.

Tanaka got, "Min dît ku gelek mirovên ku bedena wan şewitî bû û birînên giran li wan vebûbûn, mirovên jiyana xwe ji dest dan dibirin dibistaneke seretayî ku hingî veguherandibûn stargehekê." Roja ku bombeya atomê hate avêtin du xaltîkên Tanaka jiyana xwe ji dest dan.

Tanaka destnîşan kir ku yên sax mane ji dinyayê dixwazin ku divê dest ji çekên nukleerî berde û got, "Ji ber ku em naxwazin heman tişt bê serê nifşên nû."

Tanaka got, "Mirovahî îro xwedî 13 hezar bombeyên atomê ne. Çawa dibe ku destûr ji vê yekê re bê dayin? Mirovahî di wê baweriyê de ye ku ev ê ti carî neyên bikaranîn. Lê belê em ti carî bi vê nizanin, em ê ti carî nizanibin."

Bombeya atomê ya li Hîroşîmayê hate teqandin 140 hezar mirov kuşt. Bombeya duyemîn a atomê ya Emerîkî li Nagazakiyê ket û 74 hezar mirov kuşt.

DYE'yê ti carî bi rengekî fermî lêborîn nexwest. Lê belê sal 2016'an serokê wê demê Barack Obama di dema wezîfeya xwe de serdana Hîroşîmayê kir û bi vî rengî bû yekemîn serokê DYE'yê ku serdana herêmê kir. Obama qurbaniyên wê demê bi bîr anî û ji bo dinyayeke bê nukleerê bang kir. Piraniya çekên nukleerê niha di destê Rûsya û DYE'yê de ne.